NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya rêzeçalakiyên hêzên me yê di dîroka navbera 13 û 15 Cotmehê 2019`an ku li herêma Efrîn, Mare û Ezaz li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatiye li dar xistin:
-Di roja 13`ê Cotmehê de yekîneyên me li gundê Birc Heyder û gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di encama her du çalakiyan de 1 çete hat kuştin û 1 jî birîndar bû.
-Di roja 14`ê Cotmehê de yekîneyên me li navenda bajarê Ezazê çalakiyekî sabotajê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin, lê belê encama çalakiyê ne hat zelalkirin.
-Di roja 14`ê Cotmehê de yekîneyên me li derdora gundê Til Medîq ê girêdayî herêma Şehba yê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin û 1 jî birîndar bû.
-Di heman rojê de li bajarê Mare yekîneyên me li dijî artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê çalakiyekî sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.
-Di roja 15`ê Cotmehê de hêzên me li navenda bajarê Ezazê çalakiyekî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di encamê de 12 çete birîndar bûn, ku ji wan 2 çeteyên birîndar rewşa wan giran e. Her wiha di vê çalakiyê de ziyaneke maddî gihişt artêşa dagirker.”