HESEKÊ – Aldar Xelîl da zanîn ku li Serêkaniyê sivîl bê av, xwarin û kehrebe ye, her wha nexweşxane jî di bin metirsiya bombebaranê de ye. Xelil got ku divê hemû aliyên pêwendîdar têkevin nava hewldana da ku pêşiya komkûjiya sivîlan bigirin.
Xelîl diyar kir ku tevî ku Meclisa Ewlehiyê civînek der barê êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Bakurê Sûriyê çêkir, lê nikaribû biryarekê der barê vê yekê de bigire.