HESEKÊ – Bi dijwarbûna topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Serêkaniyê û bikaranîna çekên qedexe di aliyê navdewletî de û hedefgirtina nexweşxaneya ku sivîlên birîndar tê de ne, bi sedan şêniyên herêma Cizîrê ji navçeya Til Temirê berê xwe didin bajarê Serêkaniyê da ku sivîlên birîndar ku metirsî li ser wan heye ku komkujî li ser pêk were, rizgar bikin.
Beriya niha jî artêşa Tirk a dagirker komkujî li ser sivîlên ku berê xwe dabû Serêkaniyê, pêk anî. Dagirkeran bi balafiran karwanê sivîlan bombebaran kir. Di encama wê de 13 sivîl, ji wan 2 rojnamevan, şehîd bûn û her wiha 74 sivîl û 7 rojnamevan birîndar bûn.