HESEKÊ – Piştî ku kerwanê sivîlan gihîşt bajarê Serêkaniyê da ku sivîlan rizgar bike, çeteyên artêşa Tirk a dagirker gule li sivîlan reşandin û bi hawanan ew topbaran kirin, sivîl neçar man vegerin, ji bo ku komkujiyek din pêk neyê. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker taybetî sivîlan hedef digrin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser bang li raya giştî ya cîhanê kiribû ku bikevin nava tevgerê û sivîlan ji nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê ku rastî êrîşên dagirkeriya Tirk tê, rizgar bikin.