Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

QSD’ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 9’emîn eşkere kirin

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Berxwedana Rûmetê ya roja 9’emîn eşkere kir. QSD’ê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin û hêzên wan bersivên xurt li dijî êrîşan dan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/10/2019 - 16:11
di nav Çalakî, Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD’ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 9’emîn eşkere kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Berxwedana Cenga Rojava yên roja 9’emîn li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku berxwedana wan a li hember êrîşan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike û gelek derbe li artêşa Tirk û çeteyan dane.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete, bi bombebaran û topbaranekî dijwar êrîşên xwe yên qirkirinê li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyê bi şêwazekî hovane berdewam kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina herêman û sivîlan de li dijî êrîşan bersivên xurt dan.

Dêrik

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Kanî Neimê, Qesir Dîb û her wiha gundewarên Dêrikê bi awayekî bêserûber topbaran kirin.

Amûdê

Artêşa Tirk a dagirker di saet 17:00’an de gundê Xanika dan ber guleyan û bi dijwarî topbaran kirin. Di topbaranê de 2 sivîl birîndar bûn û sivîlek şehîd ket. Her wiha hêzên me bi awayekî tund bersivê baregeha ku êrîş jê hat.

Serêkaniyê

Şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû teknîka xwe yê pêşketî, bi balafir û çekên giran ve li sê aliyên bajêr êrîşekî dijwar him ji milê bejahî û him jî hawayî anîn ser bajar. Di encama bersivdana şervanên me de ev êrîş hatin şikandin. Di hemû taxên bajar de êrîşên balafirên şer ên artêşa dagirker pêk hatin. Bi taybet li herêma derdora nexweşxaneya bajar şer û pevçûnên giran qewimîn.

Di çarçoveya bersivdana şervanên me de gundê Menacîr hat paqij kirin û li gundê Mîrindiya şer bi dijwarî berdewam dike. Li rojhilatê Serêkanî li gundê Elok li 2 aliyên gund şerekî dijwar qewimî û êrîş hat şikandin.

Gundê Aliya

Dem bi dem şerên dijwar bi çekên giran rû dan. Li gundê Elneîm şervanan bersivekî xurt dan erîşên dagirkeran. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.

Eyn Îsa û Çelebiyê

Di saetên sibehê de çeteyên artêşa dagirker hewl da di gundê Çelebiyê de kontrola xwe çêbike. Li ser bersivdana şervanên me ev êrîş vala hatin derxistin. Heya êvarê cih bi cih pevçûn berdewam kir. Di encam de danê êvarê gund ji çeteyan hate paqijkirin. Şervanên me li gundên Ebû Sexra û Meheta yên li bakurê Eyn Îsa 2 tank û 3 seyareyên leşkerî yên artêşa dagirker rûxandin. Di encama şer de herî kêm 30 çete hatin kuştin. Her wiha şervanên me li gundên Kendalê, Yaroda, Besta û bakûrê bajaroka Eyn Îsa li dijî dagirkeran 4 çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de herî kêm çeteyek hat kuştin, bi dehan çete birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 BNB û maşîneyeke kar hate rûxandin.

Girê Spî

Li herêmê şer û pevçûnên giran qewimîn. Şervanên me li gundên Tirwaziyê, Sûsikê, Xirbet Faris û li herêmên derdora Girê Spî çalakiyên bibandor pêk anîn. Di encama çalakiyan de herî kêm 10 çete hatin kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar bûn. Her wiha maşîneyek kar, panzerek, seyareyek leşkerî û cebilxaneya çeteyên artêşa dagirker hatin rûxandin. Dîsa 2 sîvîl li ser rêya navdewletî di encama topbarana artêşa dagirker de şehîd ketin.

Kobanê

Piştî êrîşên artêşa dagirker, şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û baregeheke artêşa dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa dagirker bi hewanan êrîş bir ser gundê Zorava.

Di encama şerê 24 seatan de bi giştî 50 leşker û çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me 2 tank, BNB’yek, maşîneyeke kar û panzerek rûxandin. 7 seyareyên leşkerî û zirxî hatin derb kirin.

20 şervanên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 48 şervanên me jî birîndar bûn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ: Ew rêheval û nûçegîhana rojên zor bû

Nivîsa Pêş

Li Serêkaniyê şer dijwar, QSD‘ê bersivê xurt dide

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Girê Spî çalakiya QSD’ê, gelek çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê şer dijwar, QSD‘ê bersivê xurt dide

Nasnameyên 15 şehîdên Berxwedana Cenga Rojava hate eşkere kirin

Nasnameyên 15 şehîdên Berxwedana Cenga Rojava hate eşkere kirin

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.