GIRÊ SPÎ – Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berxwedana xwe ji bo şikandina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.
Şerên dijwar di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk de ji aliyekê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî din ve li herêma di navbera gundê Ebû Sire û Çelebiye yê girêdayî kantona Girê Spî rû didin.
Di wan şeran de şervanan miqdarên mezin ji cabilxane û amûrên leşkerî desteser kirin.