NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên dagirker ên Tirk li Amedê 5 kes binçav kirin.
Polîsên dagirker ên Tirk serê sibê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Polîsên dagirker ên Tirk ya Tevgera Taybet jî tevlî operasyona bi serdegirtina malan bûn û Endama Lîjneya Rêberiya Navendî (MYK) ya Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Safiye Ok û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst Helîn Yagmûr, Sedat Turlu û Osman Demîr derb kirin û binçav kirin.
Li Baxlarê jî polîsan bi ser mala Barîş Erîşen de girt û ew binçav kirin. Polîsên dagirker ên Tirk kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Amedê.
RIHA
Li Rihayê Hevserokê Navçeya HDP’ê ya Bîrecûkê Omer Karadag hate binçavkirin.