NAVENDA NÛÇEYAN – Koma 6’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê tevlî Berxwedana Cenga Rojava bû. Ciwanên ku beşdarê berxwedanê bûn bang li tevahî ciwanên Başûr û beşên din ên Kurdistanê kirin ku erka xwe ya exlaqî û netewî pêkbînin û ji bo parastina gelê Rojava û deskeftiyên netewî seferber bibin.
Piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê seferberî ragihand. Piştî banga seferberiyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ref bi ref berê xwe didin berxwedana Cenga Rojava.
Heya niha 5 kom ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ji hemû herêmên Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûne. Îro jî koma 6’emîn a ciwanên ji herêma Silêmanî, Raperîn, Çemçemal û Kerkûkê tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bûn.
Ciwanên tevlî berxwedana Cenga Rojava bûn ev peyam dan; “Niha Rojavayê Kurdistanê dibin êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. Ji bo vê jî banga seferberiyê li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê hate kirin. Me jî weke ciwanên Başûrê Kurdistanê bersiva seferberiyê da û tevlî berxwedanê dibin. Ji ber destkeftiyên Rojava di encama xwîna 11 hezar şehîd de hatiye bidestxistin, parastina van destkeftiyan û xakê weke, erkeke exlaqî, netewî û dîrokî dizanin. Emê weke ciwanên Başûrê Kurdistanê erka xwe ya exlaqî û netewî pêk bînin û gelê xwe û deskeftiyên xwe biparêzin.”
Banga li ciwanên Başûr û beşên din yên Kurdistanê
Ciwan di peyama bi dîmen de banga xurtkirina çeperên berxwedanê li ciwanên Kurd kirin û gotin, “Em di ti rewşekî de gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bi tenê nahêlin. Em daxwazê ji hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê û hemû beşên din ên Kurdistanê dikin, ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê seferber bibin. Pêwîste em bi rihê seferberiya Kobanê, beşdarî seferberî û serkeftina Rojava bibin. Em bawer dikin ku wê Rojava bi îrade û berxwedana gelê me serbikeve.”