QAMIŞLO – Dewleta tirk a dagirker di 9’ê Cotmehê di salvegera komploya navdewletî êrîşên xwe ên dagirker li ser Rojavayê Kurdistan û Bakur Rojhilatê Sûriyê dan destpê kirin. Di nava 11 rojên dawî çeteyên dewleta tirk a dagirker taybet zarok û sivîl hedef girtin û gelek sûcên şer kirin. Zarokên Rojava bi xeyal, coş û lîstokên xwe bersiva herî xurt didin êrîşên dagirkeriya dewleta tirk. Nûçegihana me coşa zarokên Rojava ên di nava şer de jiyan dikin şopand û bi wan re kêliyên tijî keyfxweşî jiyan kir.
Zarokên Rojava nerazîbûnê xwe li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk û serçete Erdogan bi gotinên wek, “Erdogan tu nikare xeyalên me bikuje” tinin ser ziman. Bi xeyal û hêviya jiyanek beyî dagirkeriyê, zarokên Rojava di nava şer de jî bi coş lîstokên xwe dilîzin…