QAMIŞLO – Endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Qamişlo ê Rojavayê Kurdistan derbarê êrîşên dagirker ên dewleta tirk daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo jiyanek azad û hevpar gelek şehîd hatine dayin, û wê gel tucarî dev ji axa xwe bernedin. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşger hemû erkên ku dikevin ser milê wan pêk binin û li dijî dagirkerê têkoşîn bikin.
Daxuyaniya Xwendekarên Rojava bi dirûşemyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Ciwan canfedayiyê Rêber Apo ne” bidawî bû.