MARSÎLYA – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û komeke enternasyonalîst li Marsilyayê ji bo ku dagirkerî û komkujiya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin, ketin û derketinê li balafirgeha Marîgne girtin, çalakî nêzî 2,5 saetan domand.
Çalakî duh saet 19.00’an bi pankarta “Rojava ne tenê” ye pêk hat, her wiha alayên YPG’ê û YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin.
Çalakgera li balefirxaneyê bi sirûdan dema çalakiya bêîtîatiya sivîl belavok belav kirin.
Bi dirûşmeyan hate gotin, “Rojava ne tenê ye”, “Terorîst Erdogan, hevkar DYE”, “Erdogan ji Rojava bicehime”.
Di axaftinê de ya li ser navê koma enternasyonalîst hate gotin, “Em hemû deyndarê Kurdan in.”
Li ser navê TCŞ’ê jî axaftin hate kirin û li dijî barbariya Tirk helwest hate nîşandan. Hate gotin ciwanên Kurd wê tim li ser piyan bin.