QAMIŞLO – Ruxmî xeteriyê û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ambulansên Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Erebî û Xaça Sor gihaştin nexweşxaneya Serêkaniyê û hinek birîndar û şehîd ji wir derxistin.
Hejmarek ambulansên Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Erebî û Xaça Sor a Navdewletî gihaştin bajarê Serêkaniyê û hinek birîndar ji nexweşxaneya Serêkaniyê derxistin. Ev birîndar ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dorpêçkirin û nahiştin ku kadroya tenduristiyê derbasî bajar bibin ji bo ku birîndar û şehîdan ji nexweşxaneyê derxînin.
Ev xebat piştî kedên Heyva Sor a Kurd û şêniyên herêma Cizîrê yên ku di dirêjahiya 3 rojên derbasbûyî de ruxmî hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker diçûn bajarê Serêkaniyê hat.
Li gorî Heyva Sor a Kurd derdora 30 birîndar û 4 şehîd ji nexweşxaneya Serêkaniyê hatin derxistin.
Endama Heyva Sor a Kurdistan ji ajansa me re got ku birîne birîndar ji ber ku dewleta tirk a dagirker çekên kimyawî bikar aniye pirr giranin. Sivîlê ku ji bo rizgarkirina birîndar çûbû Serêkaniyê Ednan Kobanê rewşa dawî vegot. Ednan Kobanê got ku Serêkaniyê hatiye dorpêçkirin û rewşa sivîlan li wir ne başe. Ednan Kobanê bang li tevahî gelê Kurd kir ku çawa li dijî DAIş’ê bûn yek, niha jî li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker bibin yek hêz.