NAVENDA NÛÇEYAN – Îro meclisa navçeya Dêrikê bi pêşengtiya meclisa ciwanan konê alîkariyê li navrasta bazara navendî vegirt da ku alîkariya darayî û kel û pelan ji şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê re, yên ku ji ber topbarana artêşa Tirk neçar man ji malên xwe derkevin, kom bikin.
Endama Meclîsa Ciwanan Rewşên Cudî anî ziman ku konê alîkariyê tiştekî biçûk ku nikare êşa koçberan pêşwazî bike, lê ev alîkariya madî û sembolîk e, ji bo êşan penaberan hindekî jî be kêm bibe. Plansaziyên cuda ji bo koçberan heye, heta ev bikin meryetê wê ev konê alîkariyê kêm jî bibe bersiva pêwistiyên gelê Girê Spî û Serêkaniyê.