NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Ronya bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li Mêrsînê çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hate pravekirin:
“Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava çalakiyeke me li dijî navenda BÎM’ê û wesayîtên zirxî pêk hatin.
* 17’ê Cotmehê di saetên nîvroyê de li taxa Demîrtaş a Mêrsînê li dijî navenda BÎM’ê çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di vê çalakiyê de ziyaneke mezin a madî li navendê bû.
* 17’ê Cotmehê di saetên şevê de li taxa Demîrtaş a Mêrsînê li dijî du wesayîtên zirxî yên li taxê dewriye digeriyan ji çar baskan ve bi molototofan çalakî kirin. Her du wesayît hatin derbkirin.Di dema çalakî û piştî çalakiyê polîsên dagirker bi ketober gule li derdor reşandin.”