QAMIŞLO – Berxwedana Cenga Rojava li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku di 9’ê Cotmehê destpê kirbû di roja xwe a 13’emîn de didome. Nerazîbûnê gel li dijî êrîşên qirker û li dijî kiryarên hovane ên dewleta tirk a dagirker her roj zêdetir dibin.
Dayikên Qamişlo ku ji ajansa me re axivîn Berxwedana Şervanên QSD, YPG-YPJ silav kirin û êrîşên qirker bi tundî şermezar kirin. Dayikan diyar kirin ku ewê axa xwe tucarî bernedin û li pişt şervanan xwe bin. Her wiha dayikan bang li dewletên navnetewî kir ku li dijî komkujî û sûcên şer ên dewleta tirk a dagirker li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê bê deng nemînin û nebin piştevanên komkujiyan.