AMED – Polîsên dagirker ên dewleta tirk a faşîst Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku beriya niha qeyûm anîbûn şûna wî û Hevşaredara Şaredariya Kayapinarê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Kocakoyê Rojda Nazlier binçav kirin.
Li gel Nazlier her wiha 2 rêveberên şaredariyê jî hatin destgîrkirin.
Ên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
LI DIJÎ BÊQANÛNIYAN EM Ê DENGÊ XWE ZÊDETIR DERXÎNIN
Hevşaredar Davût Kesen li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê daxuya da û got li dijî van nehiqûiyan ew ê dengê xwe zêdetir derxînin û vê rewşê qebûl nekin.
BISMIL
Polîsên dagirker li navçeya Bismilê jî bi ser malên Hevşaredarên Bismîlê Gulşen Ozer, Orhan Ayaz de girtin û binçavkirin. Polîsan piştî li malên hevşaredaran lêgerîn kir, Hevşaredar Ozer û Ayaz binçav kirin û birin midûriyeta polisan.
KARAZ
Polîsên dagirker hemwext bi ser mala Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de jî girtin. Polisan piştî lêgerîna malê Nazlier binçav kirin.