BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Serhed û Garzanê agahî da.
HPG’ê ev agahî da:
HEFTENÎN
“Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Cenga Heftenîn a li Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Divê çarçoveyê de;
19’ê Cothemê saet 10:30 û 15:20’ê hêzên me, li dijî wesayîtên kar ên artêşa TC’ê ya li derdorî Girê Partîzan 2 çalakî kirin. Di vê çaakiyê de du wesayîtên kepçe hatin derbkirin û hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.
20’ê Cotmehê saet 07:50’î hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Girê Partîzan bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikan hate xistin, di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.
COLEMÊRG
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 20’ê Cotmehê saet 09:40’î li dijî yekîneyên artêşa TC’ê ya li Girê Xeregol a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî li kozik û çeperên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran a leşkeran nehate zelalkirin.
AGIRÎ
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dom dike de,20’ê Cotmehê saet 08:30’î li dijî wesayîta bi tîna amarog û wesayîta zirxî a kîrpî ji qereqolê derdike û kulubeya nobedê ya Qereqola Vedat Ozkaya ku girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê operasyoneke şoreşgerî hatiye destpêkirin. Di vê çalakiyê de ku ji 3 baskan ve bi xurtî li dijîmin hate xistin, wesayîta zirxî û amarog hatin rûxandin û tankek li nava qereqolê jî hate derbkirin. Di vê çalakiya bi dorfireh hate kirin de 18 leşker haitn kuştin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi helîkopter û balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe bi gelek helîkopterên skorsky ji qadê rakirin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegeriyan baregehên xwe.
BEDLÎS
20’ê Cotmehê saet 08:30’î li devera Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di navbera hêzên em û dagirkeran de şer qewimîye. Di vî şerî de ku gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyonekê kirin. Hêzên me 21’ê Cotmehê ango îro saet 06:00’an yekîneyeke ya operasyonê hatiye kontrolkirin û hatiye lêxistin. Di vê çalakiyê dek ku ji nêz ve li dijmin hatiye xistin, 3 leşker hatine kuştin, gelek leşekr jî birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, bê ku bi encamek bigirin ji qadê vekişiyane.”