SERÊKANIYÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina agirbestê didomînin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên bajarokê Zirganê yê Serêkaniyê êrîş pêk anîn.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya pêkanîna mafê parastina rewa de berisva êrîşan da. Di vê derbarê de panzêreke dagirkeran hate rûxandin û gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn.