ROJAVA – Gelek Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê tevlî seferbiyê bûn û gihiştin Rojava.
Nûçegihana me Canê armanc û nêrînên Ciwanên ku tevlî seferberiya Berxwedana Cenga Rojava bûn girt. Ciwanan diyar kir ku ev êrîşên dagirker ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li dijî tevahî gelê Kurd e.
Ciwanê bi navê Dêrsim ku ji herêma Germiyan tevlî berxwedanê buye, diyar kir ku Şoreşa Rojava bi xwîna hezaran şehîdan hatiye avdan û ev got: “Di pêvajoya Şoreşa Rojava de bi hezaran şehîd hatin dayin. Îro jî êrîşek dagirker a dewlet tirk heye. Em jî wek Ciwanên Başûr hatin çeperên berxwedanê ji bo parastina destekeftiyên Şoreşê. Ev êrîşên dagirker tenê bi Rojava re sinordar namine. Ev li dijî tevahî Kurd û Kurdistanê ye.”
Ciwanê bi navê Cudî ku ew jî tevlî seferbiyê buye ev tişt got: “Pêwîste hemû Ciwanên Kurdistanê îro li dijî vê dagirkeriya tirk şer bikin. Ji bo dagirkerî têk biçe pêwîste Ciwanên Kurdistanê têkoşîn bikin.”