NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) çalakiyên ku li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê hatibûn kirin ragihand.
Daxuyaniya DGH’ê wiha ye:
Di 17’ê Cotmehê di saetên evarî li navçeya Amed Rezanê li kolana Şeyh Şamil Yekîneyê Tolhildana şehîd Baran Mawa bi fîşekên hewayî û bombeyên karê destan (EYP) çalakiya rê girtinê lidar xistin. Demdirêj haqimyeta rê kete destê Yekîneyên me û piştre bi awayekî ewleh xwe şunde kişandin.