NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveberiyê ya HBDH’ê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û got hêzên şoreşger wê teslîm nebin, “Bi hişmendiyatêkoşînê ya pasîf, li bendê, hêz û derfeta xwe seferber nake û mehkûmî qada yasal bûyî faşîzm nikare were hilweşandin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê Tirkiyê û Kurdistanê li dijî zext û komkujiyên dewleta TC’ê divê bêdeng nemîne û li dijî şerê psîkolojîk rêxistinî û hişyar be” û hate domandin, “Divê berxwedana hêzên şoreşger ên Roajva û gelan tenê neyê hiştin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li dijî gelên Sûriyê û Şoreşa Rojava şer ragihandî û dijminatiyê dike, dijminê gelên Tirkiyê ye jî. Li dijî wan ê ku bi slava leşkerî slavê dide artêşa Tirk têkoşîna şoreşger a yekbûyî şert e. Heke dijminên me yek bin, divê şoreşger jî yek bin, divê em ji faşîstan hesab bipirsin. Em nikarin welatê xwe û gelên xwe teslîmî faşîzmê bikin.”
HBDH’ê her wiha got, “Bi vê hişmendiyê şoreşger-demokrat, derdorên welatparêz ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê divê bi lezginî tevbigerin, di nav pêvajoya berxwedana şoreşger de bi lez cihê xwe bigirin. Her kes li cihê ku lê ye divê dest bi çalakiyê bike. Faşîzm bi ser nekeketiye, di rêya têkçûnê de zêdetir qels bûye. Li dijî vê bi seferberî û têkoşîna giştî derdorên şoreşger û demokrat divê her deverê bikin qada berxwedanê.”
HBDH’ê bang li milîsên xwe kir û got, “Milîsên HBDH’ê, yekîneyên tolhildanê û pêkhateyên wê bilez divê tevbigerin û li dijî qirkeriya faşîst û dagirkeriyê çalakiya şoreşger bikin. Faşîzm encex bi çalakiya şoreşger, bi geşkirina şer û berbelavkirina wê dikare were şikandin û têkbirin û domand, “Bi hişmendiyatêkoşînê ya pasîf, li bendê, hêz û derfeta xwe seferber nake û mehkûmî qada yasal bûyî faşîzm nikare were hilweşandin.”
HBDH’ê her wiha got, “Her çi wê were kirin divê niha were kirin. Sibe wê dereng be. Her mirovê me yê şoreşger, demokrat, welatparêz divê li rûmet û dahatuya xwe xwedî derkeve, dest bi têkoşîn û berxwedanê bike” û domand, “Bi vê çarçoweyê HBDH wê hêzên xwe yên li dijî faşîzmê têdikoşin seferber bike û li peywirên xwe yên şoreşger xwedî derkeve. Em bang dikin ciwanên şoreşger ên Tirkiyê û Kurdistanê li her devera ku lê ne yek bin, çalakiya yekbûyî bikin, hêza xwe biki yek, têkoşîna antî faşîst geş bikin.”