NAVENDA NÛÇEYAN – Li Başûrê Kurdistanê koma 9’emîn a ciwanan li dijî êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, berê xwe dan Rojava û tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” bûn. Li gel koma dawî, hejmara ciwanên ku tevlî berxwedanê bûne, derket 70 kesî.
Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Ji bilî xwepêşandan, boykotkirina malên Tirk û daxwaza derxistina hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ciwan jî pêl bi pêl berê xwe didin Rojava.
Koma 9’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ ya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 9’ê cotmehê de dest bi êrîşên xwe kirin, ciwanên Başûr jî seferberî îlan kir. Heta çend roj beriya niha 8 kom çûn Rojavayê Kurdistanê û tevlî “Berxwedana Rûmetê” bûn.
Herî dawiyê jî koma 9’emîn çû Rojavayê Kurdistanê. Hat gotin ku li gel koma 9’emîn hejmara ciwanên ku tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” bûne derket 70 kesî.
Hat destnîşankirin ku gelek ciwan jî bi înisiyatîfa xwe diçin Rojava, lewre hejmar gelekî zêdetir e.