NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Ziryan bi daxuyaniyeke nivîskî ev çalakî li xwe girtin û diyar kirin ku di 19 û 21’ê Cotmehê de li Îzmîrê wesayîtek û dikanek, li Stenbolê jî dikanek şewitandine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 19’ê Cotmehê de saet di 02.00’an de li taxa Ataturk a navçeya Bornovayê ya Îzmîrê wesayîta kesekî faşîst ê AKP’yî hate şewitandin û îmha kirin.
Di 19’ê Cotmehê de saet di 04.00’an de li Taxa Osman Gazî ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê kargeha xebatkarekî AKP’ê hate şewitandin.
Di 21’ê Cotmehê de li Taxa Demîrkapi ya Bagcilara Stenbolê jî kargeha kesekî rêveberê AKP’ê hate şewitandin û îmha kirin.”