AMED – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê duh hat binçavkirin bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin. Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî bi kontrola edlî hat berdan.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê di 19’ê tebaxê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji wezîfeyê hat dûrxistin duh hatibû binçavkirin. Mizrakli îro derxistin Dadgeha Amedê. Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî duh hatibû binçavkirin û îro anîn Dadgeha Amedê. Ayaz jî vê sibehê ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin.
Piştî îfadeyên dozgeriyê Mizrakli û Ayaz bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê hatin kirin.
Dadger bi îdiaya Mizrakli “Endamê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” biryara girtinê da.
Dadger Orhan Ayaz jî bi şertê kontrola edlî berda.