QAMIŞLO – Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo îro daxuyaniyek dan raya giştî. Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker gelê herêmê qir dike û demografiya herêmên ku dagir kirine diguhere.
HPC’ê diyar kir ku wek hêzekê ji tevahiya pêkhateyên civakê dê civakê û saziyên wê ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker biparêzin.
Endamên hêzên li ber navenda xwe ya li navçeyê kom bûn. Ji fermendarên HPC‘ê Ebdulxenî Silêman daxuyanî xwend û got:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tavahiya çekên giran û yên qedexekirî mîna fosfor û napalm êrîşî gelê me yê sivîl li Serêkaniyê û Girê Spî dikin. Di encamê de bi sed hezaran şêniyên wan herêman koçber bûn. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe armanc dike axa dewletek xwedî serdest dagir bike. Şêniyên wê yên resen bi armanca qirkirina nijadî li ber çavên cîhanê koçber dike.
Hêzên Parastina Civakî nahêlim axa herêmê werin dagirkirin û destkeftiyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin talankirin. Em amade ne li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û herêmê ji wan biparêzin. Em nahêlin careke din çeteyên DAIŞ`ê derkevin. Erdogan bi rêya êrîşên xwe li ser herêmên ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vî tiştî armanc dike.”