DÊRIK – Li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo destek dayîna ji QSD`ê re, bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê daketin qadan.
Xwepêşandêran wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, alên QSD’ê, zarokan jî wêneyên zarokên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku bi çekên qedexekirî bûn qurban hilgirtin, di heman demê de pankartên bi nivîsên”Bi navê ol dewleta Tirk me qir dike, em misogeriya vegera li malên xwe ji civaka navdewletî dixwazin” bilind kirin.
Xwepêşandêr li qada Azadî kom bûn û ber bi kolanên sereke yên bajarê Dêrikê ve çûn. Xwepêşandêran sloganên li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê berz kirin û gotin “Erdogan kujer e, bijî berxwedana QSD’ê”.
Meş li pêşiya navenda Ciwanan a Şehîd Bawer veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan li ser navê Rêveberiya Xweser hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo axivî û got:”Di serî de ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re dixwazim, her wiha berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi şev û roj li dijî şerê dewleta Tirk, destekê didine QSD’ê silav dikim”.
Hekem Xelo wiha axaftina xwe dewam kir: “Piştî îxaneta DYA’yê ji sînorkirina kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê re, MSD’ê li ser asta navdewletî û herêmî bi aliyên peywendîdar re, diyalogên têkildarî aloziya Sûriyê li dar dixîne, nexasim bi Rûsya û rejîma Sûriyê re.”
Xelo anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re guhartina dîmografiyê ye, ku vê jî bi îdîa û hincetên cuda pêk tîne, da ku projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibe.
Hevserokê Mecilsa Zagonsaz Hekem Xelo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya Xweser ji ber projeya demokratîk bi saya şehîdên herêmê û gelên herêmê hatiye bidestxistin, dê tucar û tucar ser venegere.”
Her wiha ser navê Kongreya Star endama rêveberiyê Welîda Botî axivî û got, “Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e, ji ber vê yekê dê bi ser bikeve, vê şoreşê tevî hemû zor zehmetiyên herêmê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, her wiha bi navên cuda cuda dîtin, lê belê bi qeremaniyên xwe efsan nivîsandin”.
Welîda wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baweriya me bi hêza QSD û bi hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, ku dê li dijî artêşa Tirk biryar bin.
Mîtîng bi sloganên”Bijî berxwedana QSD`ê”bi dawî bû.