NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Antî-Teror (HAT) daxuyaniyek nivîsîk weşand, ragihand ku fermandar Egîd Mehmûd (Tolhildan Zagros) di Berxwedana Cenga Rojava de li Girê Spî şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em di rêya azadî, rêya civaka demokratîk û berxwendana azad de dimeşin û şopdarên xeta şehîdan in.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Egîd Mehmûd
Nasnav: Tolhildan Zagros
Navê dayikê: Rojîn
Navê bav: Mihyedîn
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 23/10/ 1987
Dîroka tevlîbûnê: 2011
Cih û dîroka şehadetê: Girê Spî 20/10/2019