QAMIŞLO – Beriya çend kêliyan, erebeyeke bombebarkirî ku li nêzî çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Qamişo rawestiya bû ya li hember saziya berîdê teqiya. Li gorî Heyva Sor a Kurd şêniyek birîndar bû.
Nûçegihanên ajansa me ragihand ku erebeyeke bombebarkirî ji cureya Fox a li hember saziya berîdê ya li ser rêya giştî ya Qamişlo-Amûdê ya li nêzî çargoşeya ewlehiyê bi cih bûbû, teqiya.
Li ser erebeyê, nivîsa bi zimanê tirkî “SAHIN OTO GALERI KONYA” hebû û nimreya telefoneke tirkî li ser erebeyê hebû.
Li gor Heyva Sor a Kurd, ji ber teqînê şêniyek birîndar bû.