NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana Cenga Rojava li hember dewleta Tirk a dagirker di nava binpêkirina agirbestê ji dema ragihandina wê de, didome. Di heman demê de jî DAIŞ ji nû ve li herêmên ku hatine dagirkirin vegerî û qanûnên xwe li rex dizîn û talankirina milkên sivîlan, ferz kirin.
Serêkaniyê
Duh, li herêma Serêkaniyê endamek Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û 3 şervanên QSD’ê jî birîndar bûn. Ew jî piştî balafira keşfê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker beriya bidawîbûna dema agirbestê, binpê kir, pêk hat. Her wiha navçeya Zirganê ya girêdayî Serêkaniyê bombebaran kir.
Duh, QSD’ê hewldanên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên êrîşkirina li dijî gundên Menacîr û Meşrafa yên girêdayî Serêkaniyê, têk birin û di encamê de gelek çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Heta li herêmên ku dagir kirine jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan hedef digirin. Duh sekvanê dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl bi navên Mahir Ebdo Seidon(35) û Ednan Abdulezîz(36), di dema hewldana wan a derbasbûna navenda bajarê Serêkaniyê de da ku malên xwe bişopînin, hedef girtin. Di encamê de bi giranî di serê xwe de birîndar bûn.
Girê Spî-Kobanê
Piştî dagirkirinê, dîsa çeteyên DAIŞ’ê yên ku revîne dewleta Tirk vegerîn bajarê Girê Spî. Piştre çeteyên DAIŞ’ê depoyên Dehlîz ên li rojhilatê bajarokê Silûkê yê li rojavayê gundewarê bajarê Girê Spî dizîn û talan kirin. Li rexê jî dîsa qanûnên xwe li dijî sivîlên herêmê ferz kirin û jê jî ferzkirina laçkên reş li ser jinan û qedexekirina çaxreyan.
Li aliyekî dîtir jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên careke din agirbest bin pê kir û êrîşî gundên Bîr Ereb û Çelebe yên li rojavayê bajarê Girê Spî kir. Di heman demê de jî balafirên keşfê yên girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker li asîmana navçeya Dirbêsiyê, hermên Girê Spî û Eyn Îsayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, geriyan.
Di senaryoya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker a sûca li Efrînê di dema dagirkirina wê pêk aniye û lîskandina bi cenazeyê şehîd Barîn Kobanê de, dîsa çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi cenazeyê şervaneke dîtir a YPJ’ê li gundewarên Kobanê, lîst.
Bertekên cîhanê der barê dagirkeriya Tirk de
Kovara Newsweek wêneyên kesên ku di zirarê bombebarana çekên qedexekirî re ji hêla êrîşên dewleta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bûne re, belav kirin û bikaranîna fosfora spî belge kir.
Dewletên Yekitiya Ewropayê(YE) jî roja sêşemê got, êrîşa Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya DAIŞ’ê dike û gefan li ewlehiya Ewropayê dixwe û bang li Enqere kir ku êrîşên xwe yên li dijî Sûriyê rawestîne, hêzên xwe bikişîne û rêzdariyê ji qanûnên navdewletî re bigire.
Ajansa Interfax a Rûsyayê li ser zimanê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Oleg Seromolotov wiha ragihand: “Êrîşkirina Tirkiyê li Bakurê Sûriyê, yekitiya xaka Sûriyê bin pê dike.”
Almanyayê jî der barê avakirina herêma ewle ku pêşdeçûna Tirkiyê li Sûriyê disepîne, red kir û îşaret pê kir ku bi hevalbendên xwe re der barê rewşa Sûriyê de, nîqaşan pêk tîne.
Her wiha nivîskar û ramanzanê Fransayê yê navdar Bernard Henry Levy bang li qewitandina Tirkiyê ji NATO’yê kir ku cezayê kiryarên Erdogan a bicihkirina bizorê ya koçberên Sûriyê û qirkirina etnîkî ya li dijî kurdên sunî yên li rojhilatê Sûriyê ye.
Daxuyaniyên der barê pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de
Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) got, artêşa dewleta Tirk a dagirker agirbestê bin pê dike û bi frokeyên bêpîlot êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê dike û piştrast kir ku 2 erebeyên leşkerî yên Tirkiyê hatin rûxandin û zêdetirî 15 çeteyan di hewldana êrîşên wan ên li gelek herêman de, hatin kuştin.
Li aliyekî dîtir jî berhemdarên Helebê bi daxuyaniyekê, biryara boykotkirina firotinên Tirkiyê li sûkan kir û bang li tevahiyan kir ku firotinên Tirkiyê boykot bikin. Her wiha jî xwendekarên Zanîngeha Rojava jî hemleya boykotkirina firotinên Tirkiyê dest pê kir û xwendekaran der barê firotinên Tirkiyê de wiha gotin: “Jê bêhna xwînê difore.”
Heyva Sor a Kurd hişyarî der barê karaseta nêzî 2 hezar sivîl ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dewelat Tirk a dagirker ku êrîşên li dijî pêk tîne de, da û got, baweriya xwe bi civaka navdewletî windar kiriye.
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê metisriyên xwe yên hedefgirtina zêdetirî 40 cihên dîrokî yên li Serêkaniyê û Girê Spî yên talankirin û dizînê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, eşkere kirin.
Rêveberiya kampa Mehmûdlî ya li gundewarên Tebqayê bang li Komseriya Karûbarên koçber û rêxistinên navdewletî kir ku pêdiviyên zêdetirî hezar û 300 koçberên ku ji dijminatiya Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dabîn bikin. Her wiha jî divê alîkariya şêniyên kampa Eyn Îsa ku veguhastine kampê piştî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye hedefgirtin û şewatandin, bikin. Rêveberiya kampê hişyarê der heqê karaseta mirovî bi taybet bi nêzbûna zivistanê û kêmbûna dermanan re, da.
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) Îlham Ehemd di serdana xwe ya li Washingtonê û hevdîtina bi endamên Kongresê re, bang li DYA’yê kir ku qedexeya asîmanî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike û êrîşên Tirkiyê rawestîne.
Li aliyekî din jî jinên tevahî cîhanê çalakiyên cur bi cûr û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma”Şoreşa Rojava, şorşea jinê ye û şoreşa jinê, şoreşa me ye” li dar xistin.
Daxuyaniya Îlham Ehmed û peymna Sochi
Îlham Ehmed ji ANHA’yê re piştî lidarxistina kongreya çapemeniyê bi parlamenterên demokatparêz û komarparêz ên Kongresa Amerîkayê û ji nav wan jî Lindsey Graham û Chris Van Hollen senatoyên Demokratparêzin, wiha got: “Parlamenterên Kongresê piştevaniya şandina hêzên navdewletî ku bibin navbeynkar di navbera QSD’ê û Tirkiyê de, kir.”
Îlham Ehmed bi bîr xist ku endamên Kongresê ku, bal kişandin ser ku pêwîst e qedexeya asîmanê bê ferzkirin û ceza li dijî Tirkiyê bên ferzkirin da ku neçar bimîne kiryarên ku xwe yên qirkirina etnîkî yên bi mafên gelê Kurd de pêk tên rawestîne û guhartina demografiya xaka Sûriyê bê bidawîkirin.
Piştî lidarxistina civîna her du serokên Rûsya û Tirkiyê duh bi hev re li Sochiyê, herduyan gihandinê peymanê ragihand û Pûtîn di kongreya çapemeniyê de piştrast kir ku pêwîstî bi diyaloga bi rejîma Sûriyê û hêzên kurdî yên li Bakurê Sûriyê re heye.
Di heman çarçoveyê de Kemal Akif îşaret pê kir ku wan bendên peymana Rûsya-Tirkiyê yên li Sochi şopandine û diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser van bendan nîqaş dike û dê helwestên xwe di demeke nêz de eşkere bike.