QAMIŞLO – Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û banga dewletên navnetewî kirin.
Meşvanan li çarxereya Osman Sabrî ya taxa Hilêliyê kom bûn. Meşvanan wêneyên komkujiya dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî, wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û alên TEV-DEM hatin hildan. Pankêrtin “Ji bo karibin vegerin malên xwe garantiya navnetewî dixwazin”, “Em bi destê dewleta Tirk û DAIŞ’ê rastî qirkirinekê fizîkî û olî tên”, “Na ji bo siyaseta qirkirin û talankirina li ser gelên me”, “Na ji dagirkeriya Tirkan û DAIŞ re”, “Gelên Sûrî dagirkeriya Osmaniya nû qebûl nake” hate rakirin.
Meş bi sloganên ‘Berxwedan Jiyanê’ re ber bi NY ya li taxa Siyahî vê meşiyan. Meş li ber avahiya NY`yê veguhrî mîtîngê. Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî li vir axivî û diyar kir ku planên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê bi vîna gel û şervanên QSD`ê vala werin derxistin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê amadekariya perçekirina Sûriyê kirine. Dagirkirina sîstema herêmê tê jiyîn armanca wan a sereke ye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku deriye mala xwe ji koçberan re vekir niha jî dixwazin wan koçber bikin.”
Hevserokê Kantona Qamişlo Efram Îshaq jî anî ziman ku wê berxwedana wan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her berdewam bike û got: “Ev 9 sal in em berxwe didin ji bo ewlehiya herêma xwe. Piştî têkçûna DAIŞ`ê dîsa dewleta Tirk û çeteyên wê seranserî sînor bicih kirin û êrîş kirin. Em ê van êrîşên wan jî têk bibin. ”
Mîtîng bi siloganên ‘Bimre Erdogan’, ‘Bijî QSD’ bi dawî bû.