KASSEL – Li dora saet 6’ê serê sibê komeke aktîvistên xweser ên antîfaşîst derbasî KMW bûn. Hinek çûn li ser baniyê bi pankartên protesto ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û firotina çekên giran ji bo Tirkiyê, ên din li pêşiya dergehê xwe bi zincîran ve xwe bi derî girêdane. Ji ber kû ji aliyê KMW giranî perçên panzerê bi navê Leopard 2 tên çêkirin, yên ku dewleta Tirk a faşîst ji bo êrîşkirina Rojavayê Kurdistanê bikartîne, çalekvan bi hêrsbûna xwe dixwazin bi protesto ya xwe çêkirina wan çekan bisekinînin. Çalakvana hemû hewldanên axaftinan ji aliyê polîsan red kir.
Fabriqeya bi navê Krauss-Maffei Wegmann li bajarê Kasselê li Elmanya di hilberîna çekên şer yên giran de erkeke mezin dileyze.