HEWLÊR – Xwendekarên dibistana amadeyî ya Hewlêrê di çarçoveya piştgiriya kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de alîkarî komkirin.
Kampanyayên alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Li bajarê Hewlêrê jî 6 roje kampanyaya Hawara Nîştiman li ber parka Şanedar hatiye ragihandin. Kampanya ji bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî kom dike.
Rojane welatiyên Başûrê Kurdistanê serdana kampanyayê dikin û ji bo Rojava alîkarî didin. Îro xwendekarên Amadeyî yên dibistana Mihemed Macidî alîkarî komkirin û radestî endamên kampanyayê kirin.
Nûnera xwendekaran Ciwan Mehmud ji Rojnews re axivî û got; “Me bi navê hemû xwendekar û mamostayên dibistanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî komkir û piştgiriya xwe tînîn ziman. Em bang li dibistanên din jî dikin da ku ji bo kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî, alîkarbin.”