HANNOVER – Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û Jinên Xwendekar ên Kurdistan îro li zanîngeha Leibnizê li Hannoverê çalakiya nerihetkirinê pêk anîn. Piranî kesên ku di vê civînê de cîh digirtin nûnerên fakulteyên cûr bi cûr bûn. Serokê zanîngehê Volker Epping vê civînê birêve dibir û daxwaziya xwe ya ji nû ve hilbijartin ji bo serokatiya zanîngehê ya sala nû nîşan da. Çalekvan bertek nîşanî çalakiyê dan û xwestin balê bikişînin ser rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn (Rojava). Gelek profesor û dekan hebûn, ji ber vê yekê YXK û JXK bi taybetî vê civînê tercîh kirin ku ji karmendên akademîsyen li zanîngehê daxwaz bikin kû erkên xwe yên zanistiyê û mirovantiyê wekî profesoran pêk bînin. Ji aliyê xwendekaran ve hat xwestin kû zanîngeha Hannover ne tenê li dijî Erdogan û hewldana faşîzm û qirkirina wî bisekine, lê belê şênber daxwazan eşkere bike û wekî din encamên dîplomatîk û aborî li pêşiya Erdogan derbixin.
Bi giştî bersîvek erênî ji beşdarên vê civînê re hebû. di dawî de jî ji beşdarvanan re dosya yên li mijara êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava hatin belavkirin.