HESEKÊ – Mayînek artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Gozelê yê ku bi 5 km ji gundê Aliya li ser rêya Til Temirê bi zarokê bi navê Cuma El-Hisên ê 11 salî ve teqiya. Di encamê de jiyana xwe ji dest da û bapîrê wî Heza Mistefa yê 60 salî birîndar bû.
Zarokê bi navê Mihemed û bapîrê wî ji gundê Lîlan in. Li dora gundê Gozelê pez diçêrandin.
Heza Mistefa ji nexweşxaneya watanî ya bajarê Hesekê re hate veguhestin.