SERÊKANIYÊ – Têkildarî mijarê, Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD’ê Rêdûr Xelîl got dewleta Tirk a dagirker agirbestê binpê dike û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe ji rojhilatê Serêkaniyê ji 3 baskan ve êriş pêk aniye û bang li garantorê agirbestê DYA’yê kir ku bi erkê xwe rabin.