BEHDÎNAN – Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê encamên çalakiya li Kaxizmanê ya Qersê ragihand.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 21’ê Cotmehê saet 08.20’an li navçeya Kaxizmanê ya Qersê li qada Geliyê Hacê li dijî konvoyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku di tevgerê de bû çalakiyeke sabotajê kirine. Di encama vê çalakiyê de wesayita zirxî ya bi tîpa Kirpî bi temamî hatiye rûxandin, 15 leşker hatine kuştin û 3 leşker birîndar bûne. Hêzên dagirker piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi wesayitên zirxî ji qadê dûr xistine.
Ev çalakiya ku hatî kirin ji bo bîranîna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hatiye kirin, ku 25’ê Cotmeha 1992’an nemir bûye.”