NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel derbarê binpêkirina agirbestê ya ji aliyê dewleta Tirk îro daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Tevî ku QSD’ê hevpeyman pêk anî û hêzên xwe bi temamî ji herêmê vekişand, lê belê dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê hevpeyman binpê kir û li ser gelê me şerê qirkirinê pêk tîne.
Vê sibê bi komên terorîst bi destekdayîna artêşa talanker a Tirkiyeyê êrişî gundên Menacîr, Esediyê û Mişrafa kirin, ev jî tê wateya binpêkirina hevpeymana agirbestê. Gundên me rastî topbaranê û êrişan tên, ji ber vê yekê bi hezaran sivîl ji her 3 gundan koçber bûn. Heta amadekirina vê daxuyaniyê jî şer didomiya.
Di vê derbarê de QSD`ê mafên xwe yê parastina rewa dide meşandin û binpêkirina hevpeymana agirbestê berpirsyartiya dewleta Tirk dibîne û bang li DYE`yê dike yekser destewerdanê bike û rê li pêşiya êrîşên li ser gelê me bigire.”