EYN ÎSA – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di daxuyaniyekê de sûcên kuştin, lîstina bi cenazeyên siyasetmedar û leşkeran û binpêkirinên li dijî sivîlan ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagir kirine, hevpeymaniya mafê mirovan binpê dikin, cenazeyan qut dikin û pê dilîzin û kirinên xwe yên dirinde li pêşiya cîhanê bi dimen dikşînin.
Daxuyaniyê wek şahida li ser sûcên çeteyên dagirkeriya Tirk, bûyera qetilkirina çeteyên dewleta Tirk sekretera giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Şehîd Hevrîn Xelef û heft sivîlên din piştî ku îşkence kirin û bi cenazeyên wan ên pak lîstin bi bîr xist, her wiha bûyera lîstina bi cenazeyên şehîd Amara û Rênas di vê dawiyê de.
Her wiha di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku ew sûc rûyê rast û xwîndar a rejîma Tirkiyê ya kujer û çeteyên wê diyar dike li gel tunebûna tevgerekê ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên erebî û navdewletî li hember wan sûcên bê exlaq.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de, berpirsyariya sûcên şer ên ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser sivîlan pêk tînin, girte ser rejîma Tirkiyê û serokê wê Erdogan.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji bo pêşkêşkirina tevahiya van sûcên hatine pêkanîn, ji dadgeha edaletê ya navdewletî, El-Camîa El-Erebiye, Yekîtiya Ewropa û meclisa ewlehiyê re, ew di nava liv û tevgerê de ye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate tekezkirin ku, êrişên dagirkeriya Tirk a bê sedem li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêyeke fireh li pêşiya reva çeteyên DAIŞ`ê vekir. Dagirkeriya Tirk ji bo ku jinên çeteyên DAIŞ`ê birevin, girtîgeh û kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de ne hedef girtin û rê li pêşiya wan vekir da ku birevin hundirê Tirkiyê û ji nû ve werin perwerdekirin û bikaranîn.