BREMEN – Komekî çalakvan îro li balafirgeha Bremenê şirketa Turkish Airlines, ku yekser bi dewleta Tirk a dagirker girêdayî ye, asteng kirin. Çalekvan di derheqê çalakiya xwe wiha şîrove dikin: “Turkish Airlines ji sedî pêncî şîrketekî dewletî ye, ji nêz ve bi rejîma AKP re têkildar e, û hevkariya xwe bi leşkerên Tirk re dom dike. Çalakî wekî beşek ji kampanyaya #RiseUpForRojava ‘No Flight To Turkey’ û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst pêk tê.”
Kampanya ya #RiseUp4Rojava li dijî pilanên dagirkerîyê yên dewleta Tirk banga berxwedana gel dike. Hate gotin ku divê Tirkiyê ji bo êrîşên xwe were cezakirin û ji aliyê aboriyê ve were astengkirin. Kampanya ya #RiseUp4Rojava vê çalakiyê bi mafê berxwedanê û giringiya şîrketên balafiran ji aboriya Tirkiyê re wiha vedibêje: “Di van deman giring e kû derkevin kolanan û tevlî meşan bin, lê di heman demê de jî berxwedanekî cihanî bikin, ta kû van şîrketan saziyên darayî yên kû di milê leşkerî an darayî piştgirî didin faşîzma Tirk têk bînin û asteng bikin. ‘Turkish Airlines’ û pîşesaziya geştyarî aliyek aborî ya girîng a dewleta Tirkiyê ye. Ger çalakiyên bi vê rengî li seranserê cîhanê werin pêkanîn, ew ê zextê li rejîma Tirkiyê bike, zirarê bide pîşesaziya geştiyariyê û diyar bike kû mirovên li çar aliyê cîhanê ji şoreşa Rojava re hevgirtî ne.”
Bi dehan çalakiyên wiha li dijî “Turkish Airlines” li her derê Ewrûpa pêk hatine.