NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê şehadeta 3 kadroyên tendirûstiyê di nava de du hemşîre belge kirin. Kadroyên tendirûstiyê ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirer li herêma Silûk a gundewarê Girê Spî ve, hatin şehîd xistin.
Tê zanîn ku peywendî beriya çend rojan bi kadroyên tendirûstiyê re qut bûbû û çarenûsa wan ne diyar bû. Paşê hat diyarkirin ku komên çete ew kuştine û cenazeyên wan avêtine kanalîzasyonan.
Li ser toreyên tevna civakî gelek dîmen hatin belavkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra gelek sûcên şer û sûcên dermirovahî pêk anîne. Sûc bi rêya topbarana sivîlan, bi çekên qedexekirî, kuştina siyasetmedar û lîstina bi cenazeyê şervanan, pêk hatine.