NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD`ê ragihand ku di 24 saetên dawî de bi kêmanî 44 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. QSD’ê anî ziman ku 3 şervanên wan şehîd bûne û 4 jî birîdar bûne.
Daxuyanî wiha ye:
“Balafirên bê mirov yên arrêşa dagirker li seranserê xeta sînor û bi taybet li herêma Eyn Îsa û Dêrikê tevgera xwe domandin. Li gelek xalan artêşa dagirker bombebarana bi balafirên bê mirov domand.
SERÊKANIYÊ
Artêşa dagirker û komên çete bi piştevaniya çekên giran, seyareyên zirxî û balafirên bê mirov li seranserê xeta Serêkaniyê êrîş birin li ser çeperên şervanên me yên li gundên Esediyê, Menacir, Gozeliyê, Erbeîn û Leylan. Di van gundan de heya saetên êvarê şerên giran qewimîn. Artêşa dagirker li xeta gundê Menacir bi balafirên keşfê zêdetirî 15 caran bombebaran pêk anî. Hêzên me bi heman awayî bersiva êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan kuştin, herwiha 2 seyareyên wan rûxandin. Di pevçûnan de bi giştî 13 çete hatin kuştin, gelek brîndar bûn.
KOBANÎ Û EYN ÎSA
Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên artêşa dagirker a li ser gundê Evdikê dan. Dîsa li gundê Mişrefa û bejahiya wê artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û wesayîtên zirxî êrîş birin li ser çeperên hêzên me. Di encama bersivdana hêzên me de şerên giran qewimîn û gelek çete hatin kuştin. Hêzên me bi hawan, çekên sekvanî û çekên giran bersiva êrîşan dan. Di encama şer de herî kêm 31 çete hatin kuştin, gelek brîndar bûn, 3 wesayîtên zirxî hatin rûxandin û BMP`yek hate derbkirin.
Di encama şer de bi giştî 44 çete hatin kuştin, hejmarek zêde brîndar bûn.
Her wiha 3 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 4 hevalên me brîndar bûn.”