HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê yên El-Nusra û DAIŞ’ê, agirbest binpê kirin û bi hemû cûreyên çekan û bi kordîneya bi balafirên keşfê, êrîşî gundên Til Diyap, Mişrafa, Esediyê û Bir Nuh ê girêdayî Serêkaniyê kirin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan dan û li gundên navborî şerekî giran rû dide.