Îro li balafirgeha bajarê Frankfurtê gelê Kurdistanî li pêşiya buroya hewayî ya “Turkish Airlines” kom bûn. Ji bo li hemberî êrîşên ku li ser Rojavayê bi hovane pêk tînin ya dewleta Tirk a dagirker û ceteyên wan ên Daeshê bi pankart û sloganan protestoya bi astengkirina “Turkish Airlines” hat lidar xistin. Ji aliyên Tirkan ve êrîş li dijî çalakvanan hat kirin lê polîsan mudaxaleyî li wan kir û pêşiya wan girt. Bi vê asteng kirina derbaskirina balefirê, balafira wan rêwiyan betal bû.
Ji bo kampanyaya #RiseUp4Rojava li gelek bajarên cîhanê de gelê ku piştgiriya berxwedana Rojavayê dike, heta niha çalakiyên wekî boykot li hemberî “Turkish Airlines” hat kirin.