DÊRAZOR – Li dijî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û hevpeymanên di navbera hêzên li ser hesabên gelan, destwerdana karûbarên Sûriyê dikin de, ciwanên Dêrazorê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Ciwanan a Hecînê Hala Xidêr Mihemed ve û bi beşdariya bi dehan ciwan, jinên ciwan hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Faşîzma Tirk hewldana derbekirina projeya neteweya demokartîk a serketin û aktîvbûna xwe sepandiye, dike. Ew jî piştî lehengên QSD`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê rizgar kirin.
Em ji xaka birûmet, serbilindî, şehîd, ji xaka ku xof û tirsê nasnake û ji çavên ku ji rondikan zuhabûne hatine. êdî bizane dijmin, tu nikarî me bitirsînî û tevliheviyê têxe navbera me. Ji ber ku em xwedî maf in.”
Em tevahî hevpeymanên li dijî berjewendiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, red dikin û gelên herêmê ji bilî hêzên QSD’ê, hêzên din red dikin. Ji ber ew tekane hêza ku dikare gel rizgar bike, aramî û ewlehiyê misoger bike. Tişta ku DAIŞ û Cebhet El-Nusra wêran kiriye QSD’ê dikare ava bike.”
Daxuyanî bi soza şopandina rêya şehîdan û parastina desteketiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi xwîna şehîdan pêk hatine, bi dawî bû.