HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, agirbest binpê kirin û êrişî gundê Tewila yê li ser rêya navneteweyî (M4) ku 10 km dûrî bajarê Til Temir e, êrişî çeperên şervanên QSD’ê kirin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan da û di van kêliyan de şer li derdora gundê navborî dewam dike.