Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakûr Rojhilatê Suriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Ji bilî xwepêşandan, boykotkirina malên Tirk û daxwaza derxistina hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ciwan jî pêl bi pêl berê xwe didin Rojava.
Koma 11’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bûn.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 11’ê cotmehê de dest bi êrîşên xwe kirin, ciwanên Başûr jî seferberî îlan kir. Heta çend roj beriya niha 10 kom çûn Rojavayê Kurdistanê û tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” bûn.
Herî dawiyê jî koma 11’emîn çû Rojavayê Kurdistanê. Hat gotin ku li gel koma 11’emîn hejmara ciwanên ku tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” bûne derket 80 kesî.
Hat destnîşankirin ku gelek ciwan jî bi înisiyatîfa xwe diçin Rojava, lewre hejmar gelekî zêdetir e.