NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên xwe êrîşî gundê Xiriza yê Eyn Îsa’yê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de 5 dagirker hatin kuştin.
Artêşa Tirk ya dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên dagirkeran didin.
Tevî agirbestê jî artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên xwe êrîşî gundê Xiriza yê Eyn Îsa’yê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de 5 dagirker hatin kuştin û hêjmareke zêde dagirker jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku dagirker bi paşde reviyan e.
Her wiha dagirkeran êrişî gundê Evdikê jî kirin ku di navbera Girê Spî û Kobanê de ye. Şervanên QSD’ê li vir jî bersiva êrîşan didin. Hat ragihandin ku niha li herêmê şerekî giran rû dide.