SERÊKANIYÊ – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê bin pê dikin.
Hêzên dagirker bi koordîneya balefirên keşfê bi tank, obus û hawan û çekên giran êrîşî gund û herêmên Derdara, Morîks, Xirbê Hemîd, Esediyê, Bîr Noh, Menacir, Leylan, Um el Esafîl, Erîşa, Soûda, Til Diyab û Salihiyê kir.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşên dagirker. Li gundê Soûda wesayîteke ku doçka li ser bû û panzêrek hate îmhakirin. Li gundê Leylanê jî wesayîteke doçka li ser bû hate îmhakirin û gelek dagirker hatin kuştin. Li herêmê şer didome.