NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya seferberiya ji bo tevlîbûna ‘Berxwedana Cenga Rojava’ ya li dijî dagirkeriya Tirk, ji dema êrîşên li dijî Rojava destpêkiriye heya niha 80 ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûne.
Piştî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê destpêkir, Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Başûrê Kurdistanê seferberî ragihandin.
Piştî ragihandina seferberiyê ciwanên Başûr, ref bi ref tevlî berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Ji hemû herêman tevlîbûn çêdibe
Ciwan ji Xaneqîn, Germiyan, Kerkûk, Silêmanî, Ranya, Sengeser, Qeladizê, Çemçemal, Derbendîxan, Hewlêr, Duhok, Zaxo û Şêladizê tevlî berxwedanê bûne.
11 kom, 80 kes beşdar bûne
Li gorî zanyariyên bidest ketine, ji herêmên nêzî sînorê Rojavayê Kurdistanê û hinek herêmên din jî welatî bi însiyatîfa xwe ya şexsî derbasê Rojavayê Kurdistanê bûn. Lê li gorî amara herî dawî ya bidest ketiye, heya niha 11 komên cûda derbasê Rojava bûne û ji wir jî derbasê nava refên şervanên QSD’ê bûne.
Hejmara ciwanên Başûr ên tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bûne jî zêdeyî 80’ê kesin
Li gorî çavkaniyek ku nexwest navê xwe eşkere bike, tevlîbûna ciwanên Başûr ya ji bo berxwedana Rojava wê berdewam bike û gelek ciwan jî daxwaza tevlîbûna berxwedanê kirine.
Hêjayî bibîrxistinêye ku şevê din jî komek ciwanên Başûr tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bûn.