SERÊKANIYÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra, bi çekên giran û bi kordîneya bi balafirên keşfê, êrişî Zirganê ya herêma Serêkaniyê kirin. Şervanên QSD’ê bi tundî bersiva êrîşan dan. Di encamê de, li gorî ku bi çav hat dîtin 22 çeteyên dagirker ên tirk hatin kuştin û 5 erebeyên wan ketin destê şervanên QSD’ê. Her wiha panzêreke artêşa dagirkeran derbe xwar.